Pûsûlayên dengan ji herêman re hatin şandin

Pûsûlayên dengdanê yên ji bo hilbijartina serokkomarî û parlementeriyê ji herêman re hate şandin.

Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) çapkirina pûsûlayên dengan ên ji bo hilbijartina serokkomariyê û parlemenetoya serdema 28’emîn qedand. Pûsûlayên li gorî 87 herêmên hilbijartinê, ji hemû herêman re hate şandin.

Li Enqereyê li 3 çapxaneyên cihê pûsûla hatin çapkirin. Di dema çapkirinê de bi giştî 50 peywirdarên YSK, PTT û Ofîsa Malzemeyan a Dewletê jî amade bûn.